Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
şopa tilîyê - tirşik
şopa tilîyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi îngîlîzî fingerprint û tirkî parmak izi

şopa tilîyê her mirovekî/ê ji mirovên din cudatir e lewma şopên tilîyên me wek nasnameyek jî tê hesibandin. di warê ewlehîyê bigire heta teknolojîyê di gelek tiştan de tê bikaranîn. van demên dawî bi taybetî ji bo ewlehîya telefonan tê emilandin.



10.12.2019 13:30 | xelîl

2. di nexweşxaneyan de bêyî wê qeyd venakin. her wekî ji bo nasnameya nû jî tu bêyî wê nikarî serî li nûkirinê bidî.



10.12.2019 19:02 | biruya hayao miyazaki

3. weke çav û kefa destê mirov, xweserî mirov e. bi qasê zanim, di cêwik ji yek hêkî de jî ev şop bi temamî ne eynî ye.
di nexweşxaneyên tirkiyê de, berî niha ne ev lê dewsa kefê dest, ji her nexweşî dihat xwestin lê paşê hat rakirin.

di telefona xwe de vê taybetîyê bi kar tînim. karê min gelekî hêsan dike û gelek ewle ye jî. êdî telefonên jîr, dikarin di nava nîv sanîyeyan de vê şopê bixwîne û vebe.



10.12.2019 19:57 | simurg56

4. a ku di salona werzîşê a ez diçim de tûrnÎke pê dişixÛlin.
ev teknolojî çawa ev qas berbilav bû fêm nakim. ji aliyekî ve baş e lê aliyekî ve jî qet ne baş e.
mirov gelek bi hesanî tê şopandin. bifikire salona werzişê jî bi vê yekê dikare bizane sedî sed tu yî hatî wê derê. dikare bizane tu kÎjan roj hatî, çi qas saet mayî û hwd.

ev qas net şopandin qet xweşa min naçe.



10.12.2019 23:47 | brusk56

5. mixabin êdî ji bo nasnameya tirkî nû bikî mecbûr î şopa tilîyên xwe bidî dewletê; ez çûm nû bikim min meyzand qeyda min jixwe heye, berê carekî hatibûm binçavkirin hingî ve di destê dewletê qeyd kirîye. ev tişteka bi xeter e, mixabin dewlet van agahîyan jî ji bo berjewendîyên xwe bikar tîne. hin cara jî rê li ber xetayan vedike; kargoyek ji Cizîrê diçe Amedê, di rê de tê girtin û tê de çixareyên qaçax tên girtin, radibin li şopa tilîyan digerin li ser çixareyan tilîya çend kesa bibînin dozê li wan vedikin, hevalekê min jî wilê niha ji wê dozê tê lêpirsîkirin :/



11.12.2019 08:59 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» şopa tilîyê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî